|
Andrei Dmitrievich Sakharov (bilêvkirina bi kurdî: Andrey Dmîtriyevîç Saxarov, bi rûsî: Андре́й Дми́триевич Са́харов) (* 21'ê gulanê 1921 li Moskow; † 14'ê berfanbarê 1989 li heman derê) fîzîknas, opzîsyoner û ronakbîrê Rûs e.
Ji ber xebat û têkoşînên wî yên di warê mafê mirovan de, sala 1975'î Xelata Nobel a aşitiyê wergirtiye. Herwekî li ser navê wî ji aliyê Parlamena Ewropayê xelatek bi navê Xelata Saxarov tê dayîn.
Ew li dijî hilberîna bombeya atomê derketiye û ji aliyê sazûmaniya YKSSê ve bi cezayê sirgunê ve hatiye cezakirin. Ji bo parastina mafê mirovan jî gelek berxwedaye. Rêxistinekî bo piştgiriye girtiyên polîtîk damezirandiye. Ji ber ku li dijî şerê Afganistanê derdiket, sala 1980'î de bo demekê hatiye girtin.
Sala 1987'î wekî endamekî dikeve nava polîtîkayê û ji bo xebatên xwe yên siyasî hêsantir birêve bibe têdikoşe.
Ew bi mirina masûlkeyên dil jiyana xwe jidestdide.
Binêre li Opozîsyonerên navdar ên cîhanê
- opozîsyonerên polîtîk
- opozîsyonerên psîkoanalîst
|